Wesayît kete Robara Îlûhê
Li Êlihê ajokarê wesayîtê hakimiyeta dîreksîyonê winda kir û dakete Robara Îlûhê. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn.
Cobara Îluhê ya ku li Batmanê piştî ku ji 12 taxan û ji 2 gundan derbas dibe tevlî Çemê Batmanê dibe ji ber ku barîyer li berê tune ne hêj dibe sedama qezayan û xetere li derdora xwe belav dike.
Herî dawî li Taxa Petrolkentê wesayîtek kete rûbarê.Di qezaya ku pêk hat de 2 kes birîndar bûn.Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin wesayîta bi plaqeya 72 EK 693 ê ku ajokarê wê Îbrahîm Guneş bû ji ber ku hakimîyeta dîreksîyonê winda kir dakete Rûbara Îlûhê. Îbrahîm Guneş û pîreka ku navê wê hêj nehatîye hînbûn ji ber qezaya ku pêk hatiye birîndar bûn.Kesên ku birîndar bûbûn rakirin nexweşxanê.
“Diviyabû li ber rûbarê barîyer hebana”
Ajokarên ku ji qezayê re bûne şahid ji ber ku li dora rûbarê bariyer tune ne ji rayedaran bertek nîşan dan. Ji ajokaran Abdurahman Avci di derbarê bûyerê de wiha axivî: “Divê demildest bariyer ji vê derê re werin çêkirin.Ez vê rêyê her tim bi kar tînim, pir xetere ye.Şert e ku barîyerên Rûbara Îlûhê hebin.Hey ser rûbarê nayê girtin qet nabe bila barîyaran li ber bixin.”(İLKHA)