Xwendevana qîz a ku di 4 meha de bû hafiz bi umrê hat mukafatkirin
Xwendevana qîz a ku li Qursa Qur'anê ya Qîzan dixwend di 4 mehan de hafiztî xelas kir, xwendevana ku hafiztî xelas kir ji teref miftîtîya bajêr ve bi umrê hat mukafatkirin.
Kardaşa ku ji bona bibe hafiz ji Taxvanga Mutkîyê hatibû Bidlîsê di 4 mehan de bû hafiz.Kardaş diyar kir eşqa Qur’anê wê ji malbat, gund û hevalên wê veqetandiye û wê aniye Bidlîsê.
Kardaş di derbarê mijarê de diyar kir bûyîna hafizbûnê xeyala wê bû ku ji ber ku ew gihaştiye xeyala xwe gelekî kêfxweş e ku di gihaştina vê xeyalê de keda mamosteyên wê jî gelekî heye.
Di derbarê mijarê de Miftiyê Bajêr a Bidlîsê Abdulkerîm Akbaba destnîşan kir wan ji xwendevana ku di 4 mehan de bûye hafiz û ji mamosteya wê re xelata umre dane.(ÎLKHA)