Li Şernexê êrîşa bi roket: 2 polês jiyana xwe ji dest dan
Li Şernexê di êrîşa bi roket a ku li serwîsa polêsan hat kirin de 2 polês jiyana xwe ji dest dan û 11 polês jî birîndar bûn.
Li navçeya Cizîra Şernexê li taxa Yenî Mahallayê di derdora seat 18.30an de êrîşa bi roket li serwîsa polêsan hat kirin.Di encama êrîşê de 2 polês jiyana xwe ji dest dan û 11 polês jî birîndar bûn.
Polêsên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)