Sedema derketina şewata ku di depoya tekstîlê de derketibû diyar bû
Hat diyarkirin sedema şewata tekstîlê ya ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê derketibû berika roketê ya ku ji teref PKKê ve hatibû avêtin e.
Li Taxa Selahaddîn Eyyubiyê ku li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ye di Enbara Tekstîl û Kozmetîkê de şewat derketibû. Lê sedema vê şewatê ne diyar bû. Hat tespît kirin ku ev şewat ji ber berika roketê ya ku ji teref PKKê ve hatibû avêtin derketiye.
Doh berê sibe li Nisêbînê teqîn qewimîbû û dûvre şewat derketibû. Ev şewat ji teref ekîbên vemirandinê û TOMAyê ve hatibû tefandin. Lê eşyayên ku di nav depoyê de bû bûbû wek rejî. (ÎLKHA)