• DOLAR 32.188
  • EURO 35.125
  • ALTIN 2434.95
  • ...
"Îro yên Sûrê ji birçîna dimirin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Xatibê Mizgefta Mezin ê Diyarbekirê Mehmet Saît Yaz di Xutbeya Înê de pevçûnên ku li heremê pêk tên nirxand û balan kişand li ser mexdûrbûna xelkê Sûrê û destnîşan kir xelkê Sûrê birçî ye.

Li navçeya Sûra Amedê him qedexe û him jî pevçûn hêj berdewam dikin.Duh di bin dengê pevçûnan de li Mizgefta Mezin a Sûrê nimêja înê hat edakirin.

Xatibê Mizgefta Mezin ê Diyarbekirê Mehmet Saît Yaz di Xutbeya Înê de pevçûnên ku li heremê pêk tên nirxand û balan kişand li ser mexdûrbûna xelkê Sûrê û destnîşan kir xelkê Sûrê birçî ye. Saît Yaz di berdewama xutbeya xwe de destnîşan kir ew hêvîdar e ku ew ê ev roj derbas bibin.

Yaz, bal kişande li ser rewşa heremê û wiha pêde çû: “Ev kar wê bi selametî bi dawî bibe.Ev dilên ku digirîn wê bikenin, ev neyartî wê ji holê rabe.Ew ê li temamên camîyên Diyarbekirê azana şerîf bê xwendin. Ew ê dil bibin yek, kesên xeyidî wê li hev bên.Ew ê ev zirar bi hêsanî were telefîkirin.Rojên xweş li benda me ne.Bi duayen we.”

“Duh Sûrîye bû îro jî Sûr”

Yaz ragihand hemû kes birayên  hevdû ne û wiha li xutbeya xwe zêde kir: “Em digel tirk, kurd û ereb tevde birayên hevdû ne.Slogan û şîara me yek e; Allahu Ekber. Kî dikare vê şîar û sloganê ji holê rabike.Tu zirx nemane ku ev slogan wan qul nekiriye û tu zalim nemane ku ev slogan wan ji textên wan nekiriye. Rebbê me wê ji derd û kulên me re bibe dewa. Alema îslamê di nav gola xwînê de ye. Însanên li Sûrî ji birçîbûnê dimirin.Îro yên Sûrê jî ji birçîbûnê dimirin.Duh Sûriye bû îro Sûr.Ev çi îbret e  Ya Rebb!Em ê kengî bi aqil bibin.Di meclîsa Qur’anê de tu pirsgirêk tune ye ku çareya wê tune be. Em di bin meclîsa Qur’anê de bicivin.”

Yaz wiha dawî li xutbeya xwe anî: “Ya Rebbî! Di vê zivistanê de tu biharên exlaqî, îqtîsadî , tîcarî û siyasî bike nesîbê me.Ya Rebb! Wan dilên ku ji hevdû xeyidîne, dilên ku hilweşîyane, malên ku wêran bûne, camîyên ku hatine terk kirin, mînareyên ku bê deng mane û Qur’anên ku hatine girtin bi hurmeta pêxemberê me tadîl bike û bivêjîne.”(ÎLKHA)

 











Bu haberler de ilginizi çekebilir