• DOLAR 32.56
  • EURO 34.928
  • ALTIN 2441.129
  • ...
Piştî rakirina qedexê rewşa Kolana Gazîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî ku li Kolana Gazîyê qedexeya derketina derve hat rakirin re xelkê navçê hewl da da ku xwe bigihêjînin naskirîyên xwe û dikandar jî hewl dan da ku rewşa dikanên xwe bibînin.

Qedexeya derketina derve 30ê kanûnê hatibû rakirin.Piştî ku qedexe hat rakirin re hemwelatî û dikandarên ku hatin Kolana Gazîyê piştî ku ji noqteyên kontrolê derbasbûn re gihaştin kolanê.

Li navçê hat dîtin ku li serê temamên sikakan çeper hatine danîn û hêj jî li navçê pevçûn didomin.Her wiha li navçê hat dîtin gelek mal û kargeh ji ber pevçûnan zirar dîtîne û her wiha hat hînbûn ceyran û av jî qutbûne.

Dikandarên ku hatin Kolana Gazîyê hewl dan da ku dikanên xwe vebikin, lê belê çawa ku dengê pevçûnan bihîstin dikanên xwe venekirin.Her wiha hinek hemwelatî ji bona ji naskirîyên xwe xeberê bistînin hatin Kolana  Gazîyê.

 “Him madî him jî manewî em ketin zirarê”

Ji dikandarên navçê  Ferhat  Tuncerê ku baytartîyê dike di derbarê rewşa navçê de destnîşan kir ew ev bû mehek ku dikana xwe nikare vebike û wiha pêde çû: “Di wan pevçûnên ku derketin de roket îsabetî dikana min kir.Dikana min ji ber roketa ku hat avêtin gelek zirar dît. Îlacên di dikana min de gişt xera bûn. Ez ketime zirareke mezin.Ka halê me binêrin.  Gelo em dikarin di vê  rewşê de çawa dikarin bazirgantîyê bikin? Xelk dikare were vê derê? Em esnaf îro hatin vê derê ne ji bona ku bixebitin  em hatin da ku zirarên xwe  tesbît bikin.Zirara me mezin e.Me him madî û him jî manewî zirar kir.Li ser 30 hezar lîre zirara min heye.”

Muxtarê Taxa Cemal Yilmazê, Koçero Topdemîr jî di derbarê mijarê de wiha axivî: “Malbata me li cihê ku lê qedexe heye dijî.Tu kes nizane ka di malên wan de çi dibe.Tu kes nikare biçe malên xwe.Dibêjin ku li Kolana  Gazîyê qedexe rabûye.Lê belê li wir jî însan tune ne. Li hemû cihî barîkat û polês hene.Em  hêvî dikin ev qedexe berî kêlîkê werin rakirin.

“Em ketne çi  halî?”

Xelkê ku bi helwesta dîtina naskirîyên xwe hatibûn ber barîkatan destnîşan kirin: “Ev bû 6 meh ku em vê zehmetîyê dikşînin.Destûr nadin ku em biçin malên xwe. Zilmeke wiha li kû hatîye dîtin.Ji bona axavtinê mecala me nema. Ne mafên mirovan maye ne jî tişteke din.Em ketin çi halî? Hemû kes li gor menfeat û berjewendîya xwe hereket dike Ne mal ma ne jî milk. Em hemû rezîl bûn. Hemû derî dane ber bombeyan .Gelo çima temamê vî şerî li şerqê dibe.”(ÎLKHA)















































Bu haberler de ilginizi çekebilir