• DOLAR 32.498
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2404.203
  • ...
Li Sûrê 3 polês û 2 esker birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Sûrê ev bû 29 roj ku hêj qedexeya derketina derve berdewam dike.Li navçê duh di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn derket.Di pevçûna ku derket de 3 polês û 2 esker birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di pevçûnên ku derketin de polêsê bi navê Ahmet Sarikaya(27) bi berika PKKyîyan ji serê xwe birîndar bû.Sarikayayê ku birîndar bûbû rakirin nexweşxanê û wî xistin amelîyatê.Hat hînbûn rewşa wî giran e.

Her wiha hat hînbûn dema ku polêsan xwestin polêsê ku birîndar bûye rakirin nexweşxanê teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve hatibû bicîkirin hat teqandin.Di  teqînê de 2 esker  birîndar bûn.Kesên ku di teqînê de birîndar bûne rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 





















Bu haberler de ilginizi çekebilir