Li Amedê polêsek jiyana xwe ji dest da
Li Sûra Amedê şer derket. Di şerê ku derket de polêsek jiyana xwe ji dest da.
Li Sûra Amedê operasyon hat lidarxistin. Di dema lidarxistina operasyonê de şer derket. Di encama şerê de polêsek jiyana xwe ji dest da.
Ev 8 roj e ku li Sûra Amedê qedexeya derketina derve didome. Her wiha hat ragihandin bi heman şiklî operasyon û şer jî didomin. Di derdora Mizgefta Kurşunluyê de ji teref PKKyîyan ve bombe hat bicîkirin. Polês ji bo ku bombeyê îmha bikin çûn cîyê bûyerê. Di dema îmha kirina bombeyê de êrîş li polêsan hat kirin. Di êrîşê de berik îsabetî serê polêsekî kir û birîndar bû.
Polêsê ku birîndar bûbû bi ambulansê rakirin Faqulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Lê digel midaxaleyan polês jiyana xwe ji dest da.
Li temamê navçeyê operasyon didomin.(ÎLKHA)