• DOLAR 32.479
  • EURO 34.699
  • ALTIN 2397.625
  • ...
ÎTTÎHAD ji bo telebeyên Qursa Qur'anê peyama tazîyê weşand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yekîtîya Medrese û Aliman ji bona telebeyên Qursa Qur’anê ên ku di şewata avahîya qursê ya li Pasûrê derket  de jiyana xwe ji dest dan re peyama tazîyê weşand. Di daxuaynîya ku hat weşandin de hat diyarkirin ev bûyer di serî de muderrîsan xemgînî kirîye û wiha pêde hat çûyîn: “ Di şewata ku duh li Pasûrê di Qursa Qur’anê derket de 7 ewladên me jiyana xwe ji dest dan û her wiha hinek ji wan jî birîndar bûn. Ev xebera elemdar me gelekî xemgîn kir. Em wek Yekîtîya Medrese û Aliman ji telebeyên xwe yên ku di vê facîayê de jiyana xwe ji dest dane re ji Xwedê  Teala rehmet û ji malbatên wan re jî sebrê daxwaz dikin. Xwedê Teala wan ewladên me bi şehîdan re haşir bike û wan ji pêxember, ewlîya û sidiqan re bike cîran.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir