Êrîşên PKKê zirarê dide xelkê
Li Diyarbekirê teqemenîya ku ji teref PKKyîyan ve li rogarê hatibû bicihkirin di dema derbasbûna polêsan de hat teqandin. Di êrîşê de tu kes ne birîndar bû ne jî mir, lê belê dikan û malên derdorê zirar dîtin.
Doh êvarî di derdora seat 22.45an de teqemenîya ku li navenda Yenîşehîrê di rogarê de hatibû bicihkirin di dema derbasbûna wesayîta polêsan de hat teqandin.Di êrîşa bombeyî ya ku hat kirin de tu kes ne mir ne jî birîndar bû.Lê belê ji ber şideta teqînê gelek dikan û malên derdorê zirar dîtin.
Nîştecihên taxê ji êrîşa ku hatîye kirin re bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku ew hizûr û aramîyê dixwazin û bila ev êrîş berî kêlîkê bi dawî bibin.
Xelkê derdorê di derbarê êrîşê de destnîşan kirin kesên mexdûr ên resen ew in û divê berî kêlîkê dawî li van êrîşan bê anîn.(ÎLKHA)