Balafirên şer ên Fransayê Rakkayê bombebaran dikin
Fransa piştî êrîşa ku li Parîsê hat kirin re gava yekem avêt û bajarê Rakkaya ku DAIŞ lê bi hêz e bombebaran kir.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin balafirên şer ên Fransayê bajara Rakkaya ku DAIŞ lê bi hêz e bombebaran kirin.
Hat diyarkirin 10 balafirên şer ên Fransayê tevde 20 êrîşên hewayî li bajarê Rakkayê kirin û bajêr dan ber bombeyan.
Li paytexta Parîsa Fransayê şeva înê li 7 cihên cuda êrîş hatibûn kirin, di êrîşên ku hatibûn kirin de tevde 132 kes jiyana xwe ji dest dabûn û DAIŞê vê êrîşê bi daxuyanîyekê li ser xwe girtibû.(ÎLKHA)