Bangewazîya çalakîya HDPê ya Rihayê bê bersîv ma
HDP û DBPyîyan xwestin ku bi hinceta qedexeya derketina derve ya Farqînê çalakî li dar bixin. Ji ber vê yekê bi sloganên ' Em li kolananin. Em li ber xwe didin û em qanûnan nas nakin' bang li gel kirin da ku xwepêşandan bikin. Lê gel bersiva vê daxwazîyê neda.
Li navçeya Farqîna Amedê qedexeya derketina derve didome. HDP û DBPyîyan bi hinceta qedexeya derketina derve li Rihayê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku dest bi çalakiya ‘Em li kolananin. Em li ber xwe didin û em qanûnan nas nakin’ kirine.
Daxuyanî, di sazîya DBPê de ji teref hevseroka bajêr a DBPê Leyla Coşkun ve hat daxuyandin. Coşkun, bang li gel kir da ku her êvar di saet 20.00an de lembe bitefînin,deng derxin û her roj 10 deqîqe dev ji karê xwe berdin û bi panqartan xwepênîşandan bikin.
Ev bangewazîya ku ji teref HDP û DBPyîyan ve hat kirin bê bersîv ma. Hat dîtin ku esnafên Rihayê wek her roj çûn serê karên xwe. Li navçeyên Rihayê yê din jî jiyan bi şiklekî asayî domî. Bes li navçeya Pirsûsê ji ber zextên PKKyîyan dikandaran kepenk venekirin.(ÎLKHA)