Li Êlihê 600 dikandar kepeng daxist
Serokatîya Bajêr a Êlihê ya HUDA PARê daxuyand ji bûyerên 6-7ê cotmehê heta niha li Êlihê nêzî 600 dikandar kepeng daxistine û 25 dikandarên mezin jî ji heremê koç kirine.
Serokê Bajêr a Êlihê ya Partîya Doza Azad Mehmet Emîn Dogru di derbrê bûyer û geşadanîyên ku ji 6-7ê cotmehê vir ve derktine û li ser zirarên wan wiha destnîşan kir: “Ji bûyerên 6-7ê cotmehê heta niha li Êlihê nêzî 600 dikandar kepeng daxistine û 25 dikandarên mezin jî ji heremê koç kirine.”
Dogru di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir herema îslamê û civaka îslamê ji pêvajoyeke nebaş derbas dibe û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Giştî li cografyaya îslamê û bi taybet jî li herema me di salên dawî de bûyerên mezin pêk hatin û ev bûyer jî ji guherînên mezin re bûne sebeb.Li herema me ev bû 3 sal ku pêvajoya çareserîyê dest pê kiribû. Ev pêvajo her çi qas bi niyeteke nebaş hatibe destpêkirin jî me piştgirî da pêvajo. Digel piştgirî dayîne her wiha me tiştên xelet jî anî ziman û me destnîşan kir heger ev xeletî berdewam bikin ew ê tiştên nebaş bibin.”
“Heger di dema pêvajoyê de kirina xeletîyan berdewam bikin, di pêşerojê de tahrîbatên mezin wê derkevin holê”
Dogru di derbarê pêvajoya çareserîyê de axavtina xwe wiha domand: “Li bajêra me di salekê der 600 dikandar mecbûr ma kepengên dikanên xwe dabixin. Her wiha 25 dikanderên mezin ên ku ji bona herema me xwedî ehemmîyet bûn koçî rojava kirin. Heger di pêvajoya çareserîyê de kirina xeletîyan berdewam bike wê di pêşerojê de texrîbatên mezin derkevin holê ku tedawî ya wan wê nemumkin be. Ji ber vê yekê em bang li terefdaran dikin da ku li ser xwîna însanan siyasetê nekin.”
Dogru di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir di pêvajoyê de temamê xelkê nehat muxatab standin û ev xeletî jî bû sebeb ku pêvajoya çareserîyê bibe pêvajoya jevketinê.