• DOLAR 32.59
  • EURO 34.723
  • ALTIN 2508.763
  • ...
Hevserokê kevin a navçêya Melezgirdê ya DBPê  hat tewqîfkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeyên Kop û Melezgirda Mûşê di encama operasyonên ku li dijî PKKê hatine kirin de Hevserokê kevin a navçeya Melezgirdê ya DBPê jî di nav wan de 4 kes hatin tewqîfkirin.

Di derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Mûşê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hatîye dayîn de di derbarê mijarê de hat ragihandin di 14ê cotmeha 2015an de di encama operasyonên ku li dijî PKKê hatine kirin de  5 kesên ku di nava wan de hevserokê kevin a navçeya Melezgirdê ya DBPê M.B. jî hebû û kesên bi navê F.O., Z.B., Ş.E.,  û M.B. hatine binçavkirin.

Di daxuyanîyê de her wiha hat diyarkirin di lêgerînên ku di mal û kargehan hatine kirin de gelek zêde dokumanên rexistinî hatine bidestxistin û hevserokê kevin a navçeya Melezgirdê ya DBPê M.B. û kesên bi navê F.O., Z.B., û M.B. hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)


 

Bu haberler de ilginizi çekebilir