• DOLAR 32.335
  • EURO 35.062
  • ALTIN 2308.378
  • ...
Yeşîlay ji festîvala ereqê ya ku wê li Edenê bê kirin re bertek nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Yeşîlayê ya Şaxa Edenê Mehmet Aslanbaba ji festîvala ereqê ya ku wê li Sûka Kazancilar bê tertîbkirin re bertek nîşan da û di derbarê mijarê de wiha ragihand: “ Ew festîvala ereqê ya ku wê di meha kanûnê de li bajêrê me bê kirin li gor qanûnan sûc e.”

 “ Geşkirina emelkirina ereqê ji zirarê pêve tu tiştî nade ciwanî ye”

Aslanbaba di derbarê mijarê de destnîşan kir ku emelkirina ereqê ne hemwextî ango ne nûjenî ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Asayî kirina emelkirina bi ereqê li dijî ciwanan neyartîyê pêve ne tu tişt e. Ereq malik li yekî xerab dike, jiyana mirov tevlîhev dike. Ji ber vê yekê divê neyê jibîr kirin ku ereq dibe sedema alozî û bobelatên civakî.”

“Festîvalekî wiha ji bo Edenê bêfedê ye”

Aslanbaba di derbarê mijarê de  destnîşan kir ku ev festîvala ku wê li Edenê bê kirin ji  zirarê pêve tu tiştî nede Edenê û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin ji wan kesên ku wê vê festîvalê li Edenê li dar bixin vê pirse bikin;ev festîvala ku hûnê bikin wê çi fedê bide Edenê? Heger sûdeke wê hebe ji me re bibêjin.”

Aslanbaba di dawîya axavtina xwe de bang li temamê îdarevan, rêvebir û xelkê Edenê yên ku bi temamê tiştên bi zirar mucadele dikin re banga li ber vî tiştî rabûnê kir.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir