• DOLAR 32.223
  • EURO 35.169
  • ALTIN 2476.316
  • ...
Di nava wesayîta ku zabita tê de bû cebilxane derket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat diyarkirin li navçeya Bazîdaxaya(Çaldiran) Wanê di lêgerîna ku ji teref polêsan ve hat kirin de di nava wesayîta ku di nava wê de zabitayekî ku di Şaredarîya Bezîdaxayê dixebitî de gelek zêde bombe û cebilxane hat bidestxistin.

Di derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Wanê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de hat ragihandin ku  li navçeya Bazîdaxaya Wanê di wesayîtekê de 99 bombeyên desta, 99 funye, 9 mayînên antî tank, demençeyek û 76 berikên damençê hat bidestxistin. Di daxuyanîyê de her wiha hat ragihandin ku  digel cebilxaneya ku  hatîye bidestxistin 3 kesên bi navê Î.Ê. M.T. û F.T  jî hatine destgîrkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hatîye dayîn de hat diyarkirin digel Î.Çyê ku di Şaredarîya Bazîdaxayê de bi wesfê zabita dixebitî tevde 3 kesên ku hatibûn binçavkirin hatine tewqîfkirin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir