Li Rihayê di navbera du eşîran de pevçûna çekdarî: 6 birîndar
Li Rihayê di navbera eşîrên navdar de pevçûna çekdarî derket.Di pevçûnê de 6 kes birîndar bûn, 10 kes hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin li Sîteya Sanayîya Evrena Rihayê di navbera du eşîrên navdar de pevçûna çekdarî derket. Di pevçûna ku derket de 6 kes birîndar bûn. Her wiha ji ber pevçûna ku derketîye 10 kes hatine binçavkirin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin pevçûn di derdora 12.30an de di navbera malbatên Vezîroglu û Kubat de derket. Di destpêkê de her du eşîr ji bona çareserkirina pirsgirêka ku rû daye hewl dan û li istasyona sotemenîyê civîyan. Civîn berdewam dikir ku ji nişka ve dengê teqînên çekan hat.
Di encama pevçûna çekdarî de A.V, M.V, H.Ş.V, Î.K, H.K û kesekî ku hê navê wî nehatîye hînbûn birîndar bûn.Kesên ku birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.
Hat ragihandin di pevçûna ku derketîye de yek jê çeka lûle dirêj tevde 5 çek hatine bidestxistin û her wiha 10 kes jî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)