• DOLAR 32.267
  • EURO 35.441
  • ALTIN 2519.743
  • ...
Kiyama Şêx Seîd mucadeleya tewhîdê bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lêkolîner û nivîskar Sîdar Ergul, ji ber munasebeta salvegera 86emîn a şehîdkirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî destnîşan kir ku kiyama Şêx Seîd ne hereketa neteweyî ne jî kiyamekî kurd e.

Sîdar Ergul di derbarê mijarê de wiha axivî: “Şêx Seîd, li Kurdistanê şexsekî navdar bû û li Kurdistanê kesê herî muhîmtirîn bû. Şêx Seîd  li Tirkî,Eraq Sûriye û Îranê bi wesfê alim û rêber dihat naskirin. Şêx Seîd jî mîna bavê xwe li medreseyan bi wesfa muderîs, alim û zaneya fiqhê fealîyetan dikir.

Ergul axavtina xwe ya di derbarê Şêx Seîd de wiha domand: “Şêx Seîd, him fesefeya Yewnanî him felsefaya Ereb a îslamî baş dizanîbû. Her wiha Şêx Seîd, li edebîyata kurd, tirk, ereb û farisî hakim bû. Ji xeynî van him ilmên kelam û mantikê him jî gelek ilmen îslamî yên din jî baş dizanîbû. Şêx Seîd bi van wesfên xwe  li derdora xwe dihat nas kirin.

“Çawa ku cimhurîyet hat îlan kirin êrîş li qedr û qiymetên îslamê hatin kirin”

Ergul axavtina xwe  wiha domand: “Çawa ku cimhurîyet hat îlan kirin gelek êrîş li  qedr û qiymetên îslamê hatin kirin. Medrese hatin girtin, vekaleta şer’î  hat rakirin. Derbe li şerî’atê xistin.”

 “Şêx Seîd ne kiyama neteweyî bû , kiyama mucadeleya tewhîdê bû.”

Ergul di derbarê kiyama Şêx Seîd de wiha ragihand: “Şêx Seîd  û hevalên wî dema li wan rojên zilm, zordarî û qetlîamê hatin girtin û  wan anîn Diyarbekirê.  Piştî ku Şêx Seîd û hevalên wî tênin Amedê  Şêx Sêîd tê darizandin.Dema em mudeafaya Şêx Seîd a mehkemê dinerin em çêtir fêm dikin ku armanc û daxwaza kiyama wî çibû. Di mudeafayê de tê destnîşan kirin, ji ber ku zilm li xelkê tê kirin, kufur li her derî belav dibe û  êrîş li îslamê tê kirin  kiyam wacib e. Em ji vir pê derdixin ku kiyama Şêx Seîd ne kiyamekî neteweyî bû, kiyamêkî îslamî û kiyama mucadeleya tewhîdê bû.”

Ergul, axavtina Şêx Seîd a ‘kiyam  ji bo Xwedê û dînê Wî ye’ bi bîr anî û wiha axavt: “ Şêx Seîd tu carî serî li ziletê netewand.  Şêx Seîd dema ku li Dax Kapiyê(Qada Şêx Seîd) wê bê îdam kirin di rûyê wî de tirs û teredud tunebû, her wiha dema ku ew ê hatiba îdam kirin ne bitirs; bi tekbîran, biizet û bişeref  çû cihê îdamê. Ya rastî sedema hebûna xwe anîbû ziman û gotibû ku kiyam û mucadeleya min ji bona Xwedê ye.”

Weke ku tê zanîn  di encama qerara  Mahkemeya Îstîklalê de Şêx Seîd û 47 hevalên wî hatibûn îdam kirin.Hêj jî cihê cinazeya Şêx Seîd nayê zanîn.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir