Yavûz li Rihayê xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne
Namzedê parlementer ê serbixwe yê Rihayê Mehmet Yavûzê ku Huda Par piştgirîya wî dike, xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne. Yavûz sazîyên civaka sivîl û esnaf zîyaret kir û ji bo 7ê Hezîranê destek û piştgirî xwest.
Namzedê parlementer ê serbixwe yê Rihayê Mehmet Yavûz ê ku HUDA PAR piştgirîya wî dike, di çarçoveya hilbijartina 7ê Hezîranê de xebatên xwe bi lez didomîne.
Namzetê Azad Yavûz û şandeya ku pê re, çûn serokê navenda bazirganîyê hal a nû ya Rihayê Farûk Akbaş zîyaret kir. Di serdanê de li ser mijarên di rojevê de ye hat axaftin.
Yavûz, esnafên hal ê jî zîyaret kir û li derd û pirsgirêkên wan guhdarî kir û ji bo 7ê Hezîranê destek xwest.
Piştre jî Yavûz û şandeya ku pê re çûn Egîtîm Bîr Sen û Memûr Sen a şaxên Rihayê jî zîyaret kir. Namzedê serbixwe ê Rihayê Yavûz, di çarçoveya serdanan de çûn Toç Bîr Sen a Rihayê jî zîyaret kir. (ÎLKHA)