Aydin Gok gundên Êlihê ziyaret kir
Namzetê parlementerê xweser Aydin Gok gundên Êlihê ziyaret kir.
Namzetê parlementerê xweser a Êlihê Aydin Gok ya ku HUDA PAR piştgirîye didiye digel çend kesên ji şaxa HUDA PARa Êlihê çûne ziyareta gundên bajarokên Heskîf û Kercewsa Êlihê.
Aydin Gok û heyeta pê re li gundên Difneya Heskîfê , li Xiraba Bena û Şifereya Kercewsê bi şiklekî coş ji teref gundîyan ve hat pêşwazî kirin.
Gok, derd û kulen gundîyan guhdar kir bi wan re sohbet kir. Her wiha behsa tiştên ku dema têkevin meclise dê bikin kir û ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê piştgirîyê ji gundîyan xwest.
Gok, ji gundîyan re wiha axivî: “Dema ku me raya xwe avêt divê em baş bifikirin. Lewra ev karekî girîng e. Çawa ku em kargeh û wesayîta xwe nesperin hemû kesî, bi heman awayî jî divê em îdareya vî welatî nesperin wan kesên ku qenaeta me li wan naye.”(ÎLKHA)