Ji bo serokomarê Yemenê yê kevn biryara derdest kirinê
Dozgerîya Yemenê Ji bo serokomarê Yemenê yê kevn Mansûr Hadî û 7 kesan biryara derdest kirine derxist.
Dozgerîya Yemenê Ji bo serokomarê Yemenê yê kevn Mansûr Hadî yê ku bê neçar ma û li dijî tevgere Hûsîyan îstîfa kiribû biryara derdest kirine derxist. Biryara derdest kirine ji bo 7 kesên ku derdora Mansûr jî ye. Ev biryara derdest kirine sedema ku Mansûr ewlehîya Yemenê kirîye xetere û telûkeyê hat sitandin.
Di 22yê kanûna paşîn de Mansûr Hadî yê ku bê neçar ma û li dijî tevgere gel a Hûsîyan îstîfa kiribû 20ê sibatê de ji peytaxt Senayê çûbu bajarê Adenê û di 23 adarê de ji bo ereb mudexeleyê Yemenê bike bang li ereban û Emrîkayê kiribû
Rejima Siûdê bi piştevanîya dagirkerê Emrîka û sîyonîstê Îsraîl ‘Hevpeymanîya Ereban’ ava kir û di 26 adarê de gele Yemenê bombebaran kir. Bi bombebaran kirine ‘Hevpeymanîya Ereban’ bi piranî sivîl û zarûk 3 hezar û 700 kes hat qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Mansûr Hadî hîn jî li Siûd e. (ÎLKHA)