• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
"Li vê welatî mezlûm û ketî bêrîya edaletê kirine"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wekîlê serokê giştî ya HUDA PARê Huseyn Yilmaz di vê bernameya pênasînê de got: “ Îro li vî welatî tu kes biheqî vî gelî temsil û nûnertîyê nake, tu kes pirsgirêk û astengîyan tu kes li meclîsê bê menfeat û berjewendî nayinne ziman.  Îro pêdivî li însanên  ku karibin van tiştan li meclîsê bibêjin heye.”

Di bernameya pênasînê de namzetê xweser a Çewlîkê Saîd Şahîn ji wiha ragihand: “ Ev hilbijartin ne hilbijartina  Seîd Şahîn ne jî ya Zekerîya Yapicioglu ye; ev hilbijartin bijartina xelkê , edaletê û ya îslamê ye. Em her çi qas li qad û li meydana biaxvin jî axavtina meclîsê de bihêztir û xûrtir e. Divê em vê axavtinê li meclîsê bibêjin. Ji ber vê jî em ê axavtina xwe li ser navê edaletê  di meclîsê de  bibêjin.”

“Li vê welatî mezlûm û mexdûr bêrîya edaletê kirine”              

Şahîn her wiha axavtina xwe domand: “ Vebûna, pênasîna AK Partî ; Partîya Edalet û Geşedanê (AK Partî)ye. Lê belê li vî welatî mezlûm û ketî bêrîya edaletê dikin. Ji ber vê yeke jî me hêvîya xwe ji AK Partîyê birî. Me hêvîya xwe birî, lewra hesabên rojane tên kirin. Ji ber menfet û berjewendîyê neyarê duh bûye dostê îro. Heta duh Ergenekon, Balyoz, Dogu Perînçek, Dewleta Kûr û tarî dijmin û neyar bûn ; lê belê îro ev kes bûnin dost, bûnin taca seran. Berjewendî neyaran dike dost. Ji ber van mixabin bê edaletî heye.”

Şahîn her wiha di ser mijara bêrêtîyê de jî wiha axivî: “ Ka lê binerin, wezîrekî vê dewleta Tirkîyeyê seata 700 hezar dolar têdixe destê xwe. Heqê vê seatê bedelî mehanîya 500 karkerên ku bi destheqê kemtirîn dixebitin. Mixabin dewlet hesaba vî tiştî pirs nekir. Li vî welatî netenê di mijara  belavkirina dehatê de her wiha standina û tayin kirina karmend û karkeran de jî bê edaletî heye.”

“Ji bo pevajoya çareserîyê, ji bo aşîtî û edaletê gotinekê ku em ê bibeêjin heye”

Şahîn di derbarê pevajoya çareserîyê de jî  wiha îfade kir: “ Lê binerin, pevajoya çareserîyê gelek hat axivî. Lê belê pevajoya çareserîyê di navbera menfetên dewlet û rêxistinê de tengav bûye. Em ji ber vê yeke dibêjin divê namzetên Hur di meclîsê de cihê xwe bigirin û xwedî li pevajoya çareserîyê derkevin. Heger wiha nebe ew ê  ev pevajo bi heman avayî bidome.”

“Xwedê me ji fikr û ramanên rengê mor bistirîne”

Şahîn wiha dawî li axaftina xwe anî “Em namzetên Hur ji bo însanên siyasete dixwazin û em ê ji bo însanan siyasete bikin. Lewra hemû tişt ji bo însan hatîye afirandin. Belê rast e di meclîsê de rengên mîna; zer, sor û spî hene. Herî dawî renge mor jî beşdarî meclîsê bû. Xwedê me ji fikr û ramanên rengê mor bistirîne. Di meclîsê de rengek kêm e. Ew reng jî renga Kesk e. Divê em jî temsîlkarê vê renga Kesk bin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir