• DOLAR 32.851
  • EURO 35.157
  • ALTIN 2425.326
  • ...
Îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êrîşî konê Fîlîstînîyan kir: Herî kêm 40 şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Artêşa îşxalkeran, êrîşî konên ku Fîlîstînî di nav de dijîyan kir, herî kêm 40 kes şehîd bûn.

Hat îfadekirin konên ku Fîlîstînî di nav de dijîyan nêzê herêma depoya UNRWAYyê bûye.

Di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Fîlîstînê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ekîbên tenduristîyê, gelek cenazeyên ku di nav de zarok û pîrek jî hene û birîndaran birine nexweşxaneyan.

Bomberdûman, bû sedema şewata gelek konan.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Balafirên herbê yên îsraîlê li Refahê bi awayekî bêwijdan êrîşî kampa ku Fîlîstînî di nav de dijîyan kirin, di encamê de gelek Fîlîstînî canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Xebatên lêgerîna windayan hêj didome.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir