• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Tûgayên Qessam, li Beyt Xanûnê îşxalkeran kirin nav kemînê: Mirî û birîndar hene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Xezzeyê di navbera Tûgayên Qessam û hêzên îşxalkeran de pevçûn berdewam dikin.

Qessamê ku di pevçûnan de ji îşxalkeran re zayîadên giran didin dayîn, li ser qenala Telegramê daxuyanî belav kir.

Di daxuyanîya ku ji teref Qessam ve hat belavkirin de hat destnîşan kirin ku ew li nêzê dibistana çandinîyê ya ku li bakurê Beyt Xanûnê ye 10 terorîstên sîyonîstan xistine nav kemînê, wan bi teqemenîyên “Radîye” û bombeyên destan kuştine.

Qessam, îfade kir ku ew hêzên sîyonîstan ku ji wan leşkeran re hatine alîkarîyê jî xistine nav kemînê  û wan jî bi teqemenîyên “Şûwaz” hedef girtine, di encama vê kemînê de jî mirî û birîndar çêbûn.

Hat îfadekirin ku micahîdên Qessam ji serê sibê heta niha li Taxa Brezîlyaya nêzê sînora Misir-Fîlîstînê du heb buldozerên ji tîpa “D9”ê bi roketên Yasîn 105 û teqemenîyên “Şawaz”ê hedef girtine.

Hat daxuyandin ew li nêzê Derîyê Selahaddînê jî wesayîtekî îşxalkeran bi roketa “Tandem”ê hedef girtine.

Qessam destnîşan kir ku ew li nêzê Taxa Brezîlyayê tanka “Merkava” ya aîdê terorîstan bi roketên Yasîn 105an hedef girtine.

Tûgayên Qessam li cîhên cuda yên Xezzeyê pevçûnên xwe didomîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir