• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Ji enqaza mala li Şerîayê ku îşxalkeran hilweşandibû 6 şehîd hat derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hêzên dagirker danê dû sibehê êrîşî bajaroka Dêr El-Xusûn a li bakurê Tulkermê û malek dorpêç kirin.

Hêzên îşxalker piştî şera bi seetan mal bi topan hedef girtin û hilweşandin.

Medyaya gelerî got ku heta niha naaşa 6 şehîdî hatiye derxistin, cenazeya 5 şehîd jî ji teref îşxalkeran ve hatiye desteserkirin.

Di vîdeoyeke ku li ser medyaya civakî hat parvekirin de tê dîtin ku hêzên îşxalker bi reşandina guleyan 2 ciwanên ku dixwestin ji bin enqazên xaniyê hilweşiyayî derkevin qetil dikin.

Her wiha hat îfadekirin kurun îşxalkeran Seleme Beşîr Bedranê xwedîyê malê ku mehkûmê kevne esîr girtîye û birîye ciheke nedîyar.

Hêzên îşxalker îddia kirin ku ciwanê di malê de li ber derbaseya gundê Beyt Lîd ê li rojhilatê Tulkarmê êrîşeke çekdarî pêk anîne û di Mijdara borî de leşkerekî siyonîst kuştibû.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku hêzên dagirker bi bombeyên deng û xazan êrîşî rojnamevanên ku bûyer dişopandin li hember avahiya ku wan hilweşandibûn, nîşangêrekî dijwar nûçegihanê televîzyona El-Erebî jî kiriye hedef, lê îsabet li wan nekiriye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir