• DOLAR 32.386
  • EURO 34.765
  • ALTIN 2409.251
  • ...
Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Me Qesra Spî bi eşkere îqaz kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahîyan bi Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî re hevdîtin kir.

Wezîr Emîr Abdullahîyanê ku di heqê operasyona Wa’de Sadiq de agahî da ji hevmeqamê xwe yê Çînî re wuha got: “Me hîşyarî da Qesra Spî ku eger rejîma sîyonîst êrîşeke terorê yê nû li ser menfaet û ewlehiya Îranê bike pêngavên Tehranê ên pêşerojê bilez û berfireh bin.”

Wang Yî jî di heqê mîjarê de daxuyanî da û got ku, “Çîn, êrîşa li Şamê ya li Balyozxaneya Îranê bi tundî şermezar dike û vêya weke li dijî qeyd û hêmanên navnetewî dinirxîne.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir