Li Diyarbekirê şer û pevçûna hilbijartinê: 1 mirî 11 birîndar
Di encama şer û pevçûna ku li Diyarbekirê ji ber hilbijartinan pêk hat kesek canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.
Bûyer li gundê Agaçlideraya girêdayê navçeya Sûra Diyarbekirê pêk hat.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di dema dengdayînê de di navbera malbatên Sayar û Çelîk de ji ber hilbijartinên muxtarîyê pevçûn derket ku ji ber pevçûna ku rû da kesek mir û 11 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)