• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Li Wanê dikan di bin avê de man, xwedîyê dikanan ji şaredarîyê re gazinan kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li navçeya Ertemêtana Wanê dikan û xanî ji ber ku Qenala Şamranê rabû di bin avê de man, di demeke kurt de Ceddeya Îpekyolîyê jî di bin avê de ma û bû wek golê.

Welatîyan bang li rayedaran kirin lê ti kes bi wan re neketin têkilîyê.

Namzedê Serokê Şaredarîya HUDA PARê Sumen, welatîyên ku mexdur bûne zîyaret kir

Namzedê Serokê Şaredarîya Ertemêtanê yê HUDA PARê Erdal Sumen, hat cîhê bûyerê û agahîyan stand. Sumen daxwazîyê xwe yên derbasîyê teqdîm kir û bi rayedaran re ket têkilîyê.

Wezîfedarê VEDAŞê Mehmet Arîf Ebînç jî îfade kir ku ew ji bona ku li herêmê bûyerekî xerab pêk neyê ceryanê qut kirine.

Ekîbên îtfaîyeyê jî piştî 7 seatan hatin cîhê bûyerê û avê tehlîkirin. (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir