• DOLAR 32.335
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2404.889
  • ...
Li Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn: 3 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seat 19.00an de li Taxa Dîleka navçeya Çirmika Meletîyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku bi plaqeya 44 AFB 960 ku di bin îdareya M.V. (23) de bû, li wesayîta bi plaqeya 44 BL 403 ya ku di bin îdareya M.G. (22) de bû û di alîyê dinê de dihat qelibî.

Hat destnîşankirin di encama qezayê de herdu şofêr û S.Y. (26) ku di nav wesayîta bi plaqeya 44 BL 403 bû birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cenderme hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyê re hatin sewqkirin.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e û derheqê bûyerê de tehqîqat hat desptêkirin. (ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir