• DOLAR 32.126
  • EURO 34.772
  • ALTIN 2438.612
  • ...
HUDA PARê, li Enqereyê 85 namzedên seroka şaredarîyê eşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PAR, bernameya dawîn a danasîna namzedên xwe li Enqereyê li dar xist.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di Navenda Kongreya Necmeddîn Erbakan ku li Mamaka Enqereyê ye de beşdarî bernameya danasîna namzedên partîya xwe bû.

Yapicioglu di axavtina xwe de îfade kir ku ew ji bona danasîna bernameyên xwe beşdarî bernameyê bûne, wî îfade kir ku ew ê namzedên Şaredarîya Bajarê Mezin yê Bûrsa, Stenbol, Îzmîr û Enqereyê wê nîşan nedin.

Dûre Yapicioglu derbasî merhaleya danasîna namzedên xwe bû û namzedên Serokê Şaredarîya 5 Bajarên mezin, 22 Bajar û 58 navçeyan eşkere kir.

Li gorî vê danasînê namzedê Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Erziromê Kerbela Şanli, yê Qeyserîyê Mehmet Çalhan, yê Orduyê Bulent Dînç, yê Seqeryeyê Veysel Yavuz û yê Semsûnê jî Kenan Çîl bû. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir