• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Ji bo anîtîna birîndaran divê Tirkîye zêdetir însîyatîf bigre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Parlamenterê Entabê û Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şahzade Demîr, di Meclîsê de civîna çapemenîyê li dar xist, wî di civînê de derheqê rojevê de nirxandinan kir.

Demîr bibîrxist ku li ser erdheja 6ê Sibatê salek derbas bû, “Dermankirina birînên erdhejê di nav civakê de bûye hêvîyekî mezin. Hinek gavên ciddî hatin avêtin lê em niha nikarin bibêjin birîn hatine dermankirin û lazim e pêvajoyekî ciddî bê ajotin. Em mecburin ku tev bi hev re çi ji destê me tê bi cîh bînin. Xwedê Teala cardin ji welatê me, memleketê me û ti welatekî re janekî ewakî nede nîşandan.”

“Sîyonîstan xwarin û amûrên tenduristîyê wek ‘çeka qirkirinê’ dixebitîne”

Demîr di berdewama axavtina xwe de derheqê wehşeta ku ji teref sîyonîstên îşxalkeran ve li Xezzeyê tê kirin de jî axivî û weha got, “Sîyonîstan xwarin û amûrên tenduristîyê wek ‘çeka qirkirinê’ bikartîne. Ev jî ji drama însanîyetê re vedigere. Xezzeya ku êrîşên sîyonîstan didome, di heman demên de ji ambargoya ku di dîrokê de nehatîye dîtin re şahidîyê dike. Windakirina prestîj û îtîbara sîyonîstan ku li hember komên berxwedanê nikare bisekine, bi tevî sîyonîstan hevkarên wan jî zêdetir wehş û hov dike. Ew li Xezzeyê piştî çekên kîmyewî dixwazin ku bi birçîbûnî, nexweşîn û bêavîyê wan bi komî ceza bikin. Di heman demê de bombekirina nexweşxaneyan, hilweşandina binesazîya sîstema tenduristîyê, astengkirina derman û amûrên tibbî tê vê maneyê ku ew dixwazin bi dehhezaran mirovan bidin ber mirinê. Mixabin ewqas welatên Îslamê hene ku nikarin ji Xezzeya ku birçî, bêav û bêdermanin re alîkarîyê bighêjînin, ew di vî warî de aciz mane.”

“Divê Tirkîye ji bona ku birîndaran ji Xezzeyê bîne çi ji destê wî tê bi kar bîne”

Demîr bal kişand ku divê bi lez û bez ji Xezzeyê re alîkarî û derman bê gihandin, ev tişt jî ne tenê li ser milê Misilmanan e di heman demê de ev pirsgirêka însanîyetê ye.

Demîr bal kişand ku sazîyên navneteweyî di vî warî de divê zêdetir însîyatîf bigrin, “Malûmê we ye ku hinek birîndar û nexweşên li Xezzeyê ji Tirkîyeyê re hatin anîtin lê ev li gorî wek sembolîk maye. Hejmarekî ku bi sedan jî nayê îfadekirin e… Ji roja destpêka Tofana Eqsayê heta niha 27-28 hezar însan hatin qetilkirin û 60-65 hezar însan jî birîndar bûn. Ji van birîndaran jî 28ê wan an destê wan an jî nigên wan qut bûne. Tedawîya vana jî gelek ciddî û îmkanekî mezin dixwaze. Ev jî ne mimkin e ku li Fîlîstînê bê kirin. Binesazîya tenduristî ya Tirkîyeyê ji vê tiştê re munasîb e. Divê Wezareta me ya Tenduristîyê di vî warî de însîyatîfekî ciddî bigre. Ji bo anîtina van însanan ji Tirkîyeyê re micadeleyekî mezin bê nîşandan û ji bo vêya jî komîsyonekî bê sazkirin.”

Şahzade Demîr di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku divê Tirkîye di warê anîtina birîndaran a ji bo Tirkîyeyê re zêdetir însîyatîf bigre û zorê bide şertên xwe.

“Însanan li ber Derîyê Sînora Xabûrê demekî dirêj disekinin û ev jî însanan mexdur dike”

Demîr di dawîya axavtina xwe de derheqê pêvajoya sekina li ber Derîyê Sînora Xabûrê de jî axivî û weha got:

“Ev derî di warê bazirganîya navneteweyî de û di warê mezinahîyê de jî sînorekî mezin e encax xelkê me niha nikare ji wê îstîfade bike, ev ji ber zêdebûna formalîteyan e. Bi taybetî di warê bazirganîya baxajan de pirsgirêk hatine zêdekirin û bac hatine zêdekirin bi taybetî dema ku mirov têne Tirkîyeyê demekî dirêj têne sekinandin. Ev mexdurîyetekî giran çêdike û di alîyekî de jî çûndina însanan a ji bo Iraqê re astengî tê derxistin.

Mirov dikare Derîyê Sînora Xabûrê ji binesazîyekî mezin û berfireh ya bazirganîyê re çêbike. Bi teybetî ji bo îstîfadekirina xelkê dibe ku pêşîya wî bê vekirin. Helbet gelek rêyên vana hene. Sazkirina Herêma Bazirganîya Serbest, di warê bazirganîyê de wê hinek rehetîyan çêbike û bi teybetî ji bona ku xelkê herêmê ji vê zêdetir îstîfade bikin ew ê pêşîya wî vebike.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir