Mele Muhammed Ozer: Çawa ku em di rojên ewil de nesekinîn gerek îro jî nesekinin

Li Mêrdînê ji teref Evîndarên Pêxember ve ji bo desteka Xezzeyê mîtîngek hat lidarxistin, Mele Muhammed Ozer Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî beşdarî bernameyê bû û îfade kir ku divê qetlîama li Xezzeyê neyê normalkirin û wek roja ewil destek bê dayîn.

Ekleme: 02.01.2024 10:35:35 / Güncelleme: 02.01.2024 10:35:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sekreterê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Muhammed Ozer ku beşdarî mîtîngê bûbû û ji ÎLKHAyê re axivî.

“Misilmanên li Xezzeyê niha bi canê xwe herbê dikin”

Ozer destnîşan kir ku di vê dema ku Xezzeyîyan bi canê xwe cîhadê dikin de divê em jî bi malê xwe ferzîyeta cîhadê bi cîh bînin, “Meseleya Xezzeyê, meseleyekî îmanî, wijdanî û însanî ye. Hewceye ku Misilmanan ji bona vêya kom bibin. Yên ku dikarin bidestê xwe midexeleyê bikin gerek wê midexeleyên xwe bikarbînin. Yên ku dikarin bi malê xwe alîkarîyê bikin gerek alîkarîya xwe bicîh bînin. Yên ku dikarin bi canê xwe alîkarîyê bikin divê bi canê xwe alîkarîyê bikin. Melûme ku Misilmanên li Xezzeyê, bi canê xwe herbê dikin. Ê ku li ser me Misilmanên ku sînorên wan bi Xezzeyê tineye û dûrê dikeve jî tertîpkirina mîtîng, meş û xwepêşandanan in. Lazim e ku em vê cîhadê bi cîh bînin û li cîhê xwe bisekinin.”

Ozer di dawîya axavtina xwe de weha got:

“Ger ku li cîhekî zilm li Misilmanan bê kirin, gerek Misilmanên dinê jî ji bona sekinandina wê zilmê bixebitin û ev xebata wan jî ferz e. Sekin, nedîtin û bêdengîya dinyayê gerek ji bo me Misilmanan bibe wesîleya nîşandayîna bertekan. Divê em bixebitin, micadeleyê bikin û derkevin meydanan. Çawa ku em di rojên ewil de nesekinîn divê em niha jî nesekinin. Heta ku ev zilm biqede divê em di meydanan de bin. Xwedê ji wan kesên ku beşdarî vê mîtîngê bûne razî be.” (ÎLKHA)