Parlamenterê HUDA PARê Dînç ji biryara “Bûlwara Şêx Seîd” a şaredarîyê re destekê da

Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî ji biryara “Bûlwara Şêx Seîd” a şaredarîyê re destekê da.

Ekleme: 08.12.2023 09:25:38 / Güncelleme: 08.12.2023 09:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dînç, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî destnîşan kir ku acizbûna ji gotina “Bûlwara Şêx Seîd”, tunekirina nirxên Dîyarbekir û xelkê Misilmanan e.

Parlamenter Dînç, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku gerek navê Şêx Seîd ji dibistan, balafirgeh, nexweşxane û zanîngehan re jî bê dayîn.

Dînç weha got: “Acizbûna ji gotina ‘Bûlwara Şêx Seîd’ a ji bo rêya derdorê ya Dîyarbekirê re, tunekirina nirxên Dîyarbekir û xelkê Misilmanan e. Şêx Seîd û Atif Xoceyê Îskîlîpî şehîdên me û rûmeta me ne. Ev îdraqa qirêj ku hûn bi nerîna xwe yên nîjadperestî çêdikin wê şehîdên me yên paqij lekedar neke. Divê navê Şêx Seîd ji dibistan, zanîngeh, balafirgeh û nexweşxaneyan re jî bê dayîn. Şêx Seîd û Atif Xoceyo Îskîlîpî şehîdî mayî rûyî spî yî! Kîn û xerezê şima re înî merdumî delalî lekedar nîbenîû qîmetê xu nikenî vîn!”

(ÎLKHA)