• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç ji biryara “Bûlwara Şêx Seîd” a şaredarîyê re destekê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dînç, li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî destnîşan kir ku acizbûna ji gotina “Bûlwara Şêx Seîd”, tunekirina nirxên Dîyarbekir û xelkê Misilmanan e.

Parlamenter Dînç, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku gerek navê Şêx Seîd ji dibistan, balafirgeh, nexweşxane û zanîngehan re jî bê dayîn.

Dînç weha got: “Acizbûna ji gotina ‘Bûlwara Şêx Seîd’ a ji bo rêya derdorê ya Dîyarbekirê re, tunekirina nirxên Dîyarbekir û xelkê Misilmanan e. Şêx Seîd û Atif Xoceyê Îskîlîpî şehîdên me û rûmeta me ne. Ev îdraqa qirêj ku hûn bi nerîna xwe yên nîjadperestî çêdikin wê şehîdên me yên paqij lekedar neke. Divê navê Şêx Seîd ji dibistan, zanîngeh, balafirgeh û nexweşxaneyan re jî bê dayîn. Şêx Seîd û Atif Xoceyo Îskîlîpî şehîdî mayî rûyî spî yî! Kîn û xerezê şima re înî merdumî delalî lekedar nîbenîû qîmetê xu nikenî vîn!”

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir