Hîzbullah, şehadeta 2 endamên xwe daxuyand

Tevgera Hîzbullahê ya Libnanê, diyar kir ku di encama êrîşa asîmanî ya rejîma îşxalkeran de 2 endamên wan şehîd bûne.

Ekleme: 03.11.2023 12:20:34 / Güncelleme: 03.11.2023 12:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Hîzbullahê ve hat belavkirin de, hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker a sîyonîst, li sînora Libnanê berxwedêran hedef girt.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin 2 endamên ku şehîd bûne “Ji bona Qudsê şehîd bûne”

Di sînora Libnanê de ji 8ê Cotmehê heta niha hejmarê şehîdên Hîzbullahê derket 52 kesan. (ÎLKHA)