Ebu Ubeyde: Şehadeta însanên me ew ê biqerarîya me ya bedêldayînên giran a ji dijmin re zêde bike

Berdevkê Tugayên Qassam Ebu Ubeyde weha got, “Êş û jana ku em ji ber mirin û şehadeta bi hezaran însanên xwe hîs dikin, ew ê şîddet û biqerarîya me ya bedêldayînên giran a ji dijmin re zêde bike.”

Ekleme: 03.11.2023 09:09:57 / Güncelleme: 03.11.2023 09:09:57 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Tugayên Qassam Ebu Ubeyde di roja 27emîn a operasyona Tofana Eqsayê de daxuyanîyekî belav kir û di daxuyanîya xwe de peyamên muhîm da.

Ebu Ubeyde di daxuyanîya xwe de weha got:

“Micahîdên me di cîhên cuda yên êrîşên rejîma sîyonîstan de bi hêzên wan re rûbirûtîyên xwe didomînin.

Me heta niha taburekî tanka îşxalkeran îmhe kir, gelek leşkerên dijmin kuşt û birîndar kir.

Me îşev li alîyê bakurê Xezzeyê operasyonekî taaruzê lidarxist û di encamê de 6 tank û 2 barkêşa personelan îmhe kir.

Hejmara mirîyên îşxalkeran, ji eşkerekirina dijmin gelek zêdetir e.

Wesayîta barkêşa personelan a Tîger yê dijminan di avêtina roketên me yên ewil de hat îmhekirin.

Em ê Xezzeyê ji bona dîroka sîyonîstan bikin wek lanetê.

Êş û jana ku em ji ber mirin û şehadeta bi hezaran însanên xwe hîs dikin, ew ê şîddet û biqerarîya me ya bedêldayînên giran a ji dijmin re zêde bike.” (ÎLKHA)