• DOLAR 32.281
  • EURO 34.94
  • ALTIN 2423.862
  • ...
Ebu Ubeyde: Şehadeta însanên me ew ê biqerarîya me ya bedêldayînên giran a ji dijmin re zêde bike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Tugayên Qassam Ebu Ubeyde di roja 27emîn a operasyona Tofana Eqsayê de daxuyanîyekî belav kir û di daxuyanîya xwe de peyamên muhîm da.

Ebu Ubeyde di daxuyanîya xwe de weha got:

“Micahîdên me di cîhên cuda yên êrîşên rejîma sîyonîstan de bi hêzên wan re rûbirûtîyên xwe didomînin.

Me heta niha taburekî tanka îşxalkeran îmhe kir, gelek leşkerên dijmin kuşt û birîndar kir.

Me îşev li alîyê bakurê Xezzeyê operasyonekî taaruzê lidarxist û di encamê de 6 tank û 2 barkêşa personelan îmhe kir.

Hejmara mirîyên îşxalkeran, ji eşkerekirina dijmin gelek zêdetir e.

Wesayîta barkêşa personelan a Tîger yê dijminan di avêtina roketên me yên ewil de hat îmhekirin.

Em ê Xezzeyê ji bona dîroka sîyonîstan bikin wek lanetê.

Êş û jana ku em ji ber mirin û şehadeta bi hezaran însanên xwe hîs dikin, ew ê şîddet û biqerarîya me ya bedêldayînên giran a ji dijmin re zêde bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir