HAMASê, îddîayên îşxalkeran ku ew serokekî HAMASê li Cîbalîyeyê kuştine derewand

Berdevkê HAMASê Hazim Qasim, bal kişand ku rejîma îşxalker ji bona ku qetlîama Cîbalîyeyê meşrû bike îddîaya ku serokekî HAMASê li wê derê ye avêt ortê.

Ekleme: 01.11.2023 09:05:37 / Güncelleme: 01.11.2023 09:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qasim, derheqê îddîayên ku ew li Cîbalîyeyê serokekî HAMASê kuştine de daxuyanîyek belav kir.

Berdevkê HAMASê Qasim di daxuyanîya xwe de weha got:

“Dijminê sîyonîst yê terorîst, îro qal kirîye ku li kampa Cîbalîyeyê serokekî tevgera HAMASê heye. Ev îddîayên ku tênê qalkirin derew e û ti parekî wî yê rastîyê tineye.

Dijminê sîyonîst yê terorîst,  bi van derewên xwe sûcên xwe yên ku li Cîbalîyeyê a li dijî sîvîl, zarok û pîrekan pêk tênê dixwaze ku meşrû bike.” (ÎLKHA)