Karwana Hêvîyê li Xezzeyê xebatên xwe yên alîkarîya însanî didomîne

Hêna jî bombebarandina rejîma îşxalkeran a ku di 7ê Cotmehê de bi operasyona Tofana Eqsayê dabûn destpêkirin didome, lê xebatên sazîyên alîkarîya însanî jî bi leza xwe berdewam dike.

Ekleme: 30.10.2023 14:05:43 / Güncelleme: 30.10.2023 14:05:43 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ku ji bona ku ji xelkê Xezzeyê ya ku di bin êrîşên rajîma îşxalkeran de diqîrînin re alîkarîyên xwe didomîne, bi aşxaneyên ku vekirine ji bi hezaran mezluman re şîva germ belav kir, weqf belavkirina derman û amûrên paqijîyê jî didomîne.

Rejîma îşxalker ya ku heta niha 8 hezar Fîlîstînîyên ku di nav de zarok, pîrek û îxtîyar hene qetil kir, êrîşî dibistan, nexweşxane, camî û xanîyan jî kir.

Karwana Hêvîyê jî derheqê meseleyê de “Alîkarîya Lezgîn” da destpêkirin.

Weqf di çarçoveya vê kampanyayê de li Xezzeyê şîva germ, amûrên paqijîyê û dermanan belav kir. (ÎLKHA)