• DOLAR 32.27
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2458.338
  • ...
Karwana Hêvîyê li Xezzeyê xebatên xwe yên alîkarîya însanî didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ku ji bona ku ji xelkê Xezzeyê ya ku di bin êrîşên rajîma îşxalkeran de diqîrînin re alîkarîyên xwe didomîne, bi aşxaneyên ku vekirine ji bi hezaran mezluman re şîva germ belav kir, weqf belavkirina derman û amûrên paqijîyê jî didomîne.

Rejîma îşxalker ya ku heta niha 8 hezar Fîlîstînîyên ku di nav de zarok, pîrek û îxtîyar hene qetil kir, êrîşî dibistan, nexweşxane, camî û xanîyan jî kir.

Karwana Hêvîyê jî derheqê meseleyê de “Alîkarîya Lezgîn” da destpêkirin.

Weqf di çarçoveya vê kampanyayê de li Xezzeyê şîva germ, amûrên paqijîyê û dermanan belav kir. (ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir