Polîsan êrîşî xwepêşandana "Piştgiriya Filistînê" ya li Hambûrgê kir

Li Hamburga Elmanyayê polêsan bi gaza bîberê midaxaleyî welatiyên ku ji bo piştgiriyê bidin Filistînê xwepêşandan kirin.

Ekleme: 29.10.2023 13:25:38 / Güncelleme: 29.10.2023 13:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Polîsan li Elmanyayê êrîşî çalakgerên ku dixwestin piştgiriyê bidin Filistînê kirin.

Bi sedan kes li bajarê Hamburgê li Steindammê li hev civiyan û êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst li ser Xezzeyê protesto kirin.

Li ser banga "Muslim Interaktiv" a çalakiyê, bi sedan kes hatin cem hev û êrîşên li ser Xezzeyê protesto kirin.

Xwepêşanderan daxwaz ji rejîma siyonîst kirin ku êrişên xwe yên ser Xezzeyê bi dawî bîne, dorpêçê rake, agirbesta bilez ragihîne û rê bide gihandina tam a keresteyên alîkariyên mirovî bo Xezzeyê.

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Li Xezzeyê komkujî heye", "Dawî li îşxalê bînin" û "Agirbest êdî" hatin hilgirtin.

Piştî axaftinan polîsan bi gaza bîberê êrîşî mirovan kir ku xwestin bi komên biçûk belav bibin.

Tewra polîsan bû sedema bertekan. (ÎLKHA)