Di êrîşên dawî yên rejîma siyonîst de herî kêm 130 Filistînî şehîd bûn

Êrîşên rejîma îşxalker a siyonîst ser Xezzeyê tevahiya şevê berdewam kirin. Di êrîşan de herî kêm 130 Filistînî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 29.10.2023 11:55:35 / Güncelleme: 29.10.2023 11:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma siyonîst şeva buhurî êrîşên esmanî yên tund li ser Xezzeyê pêk anî. Îşxalkeran bi êrîşên hewayî hemwext ji bejahî û behrê êrîş pêk anîtin.

Di êrîşan de, kampên El-Nuseyrat, Cebeliya, El-Bureyj û Eş-Şatî yên Xezzeyê, bajarên Bîr Neca, Dêr Belah, Refah û Xan Yûnus, Eş-Şucayya, Ez-Zeytûn, Tûffah û Tel-el ên Xezzeyê, li Şatî kirin, taxên Heva hatin hedefgirtin.

Di êrîşan de herî kêm 130 Filistînî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê doh ragihandibû ku ji 7ê cotmehê heta niha hejmara şehîdên êrîşên dijmin derketiye 7 hezar û 703yan. (ÎLKHA)