• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Di êrîşên dawî yên rejîma siyonîst de herî kêm 130 Filistînî şehîd bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Rejîma siyonîst şeva buhurî êrîşên esmanî yên tund li ser Xezzeyê pêk anî. Îşxalkeran bi êrîşên hewayî hemwext ji bejahî û behrê êrîş pêk anîtin.

Di êrîşan de, kampên El-Nuseyrat, Cebeliya, El-Bureyj û Eş-Şatî yên Xezzeyê, bajarên Bîr Neca, Dêr Belah, Refah û Xan Yûnus, Eş-Şucayya, Ez-Zeytûn, Tûffah û Tel-el ên Xezzeyê, li Şatî kirin, taxên Heva hatin hedefgirtin.

Di êrîşan de herî kêm 130 Filistînî şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê doh ragihandibû ku ji 7ê cotmehê heta niha hejmara şehîdên êrîşên dijmin derketiye 7 hezar û 703yan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir