Tûgayên Qassam wesayîta zirxî ya rejîma îşxalker îmhe kir

Tûgayên Qassam ragihandin ku li rojhilatê Şucaiye wesayîta zirxî ya îşxalkeran bi mûşeka Kornet hedef girtin û bi temamî lê xistin.

Ekleme: 29.10.2023 11:40:36 / Güncelleme: 29.10.2023 11:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di dîmenan de tê dîtin ku fuze li pêşiya maşînên zirxî yên îşxalkerîyê yên ku ji bejahiyê bi pêş ve diçin ketiye û teqînek pêk hatiye.

Siyonîstan der barê rewşa personelên îşxalker ên di wesayîta zirxî ya ku heta 14 kesî kapasîteya wê heye de hê daxuyanî nedane.

Ji aliyê din ve, Tugayên Qassam û Tugayên Quds, bajarên wek Tel Avîv, Eşdod, Sdirot û Eskalan ên hatine îşxalkirin, bi roj û danê êvarê bi dijwarî topbaran kirin.

Hate ragihandin ku hinek mûşek li hedefan ketine, di encamê de hinek îşxalker birîndar bûne û ziyaneke mezin li mal û wesayîtan çêbûye.

(ÎLKHA)