• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
Tûgayên Qassam wesayîta zirxî ya rejîma îşxalker îmhe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di dîmenan de tê dîtin ku fuze li pêşiya maşînên zirxî yên îşxalkerîyê yên ku ji bejahiyê bi pêş ve diçin ketiye û teqînek pêk hatiye.

Siyonîstan der barê rewşa personelên îşxalker ên di wesayîta zirxî ya ku heta 14 kesî kapasîteya wê heye de hê daxuyanî nedane.

Ji aliyê din ve, Tugayên Qassam û Tugayên Quds, bajarên wek Tel Avîv, Eşdod, Sdirot û Eskalan ên hatine îşxalkirin, bi roj û danê êvarê bi dijwarî topbaran kirin.

Hate ragihandin ku hinek mûşek li hedefan ketine, di encamê de hinek îşxalker birîndar bûne û ziyaneke mezin li mal û wesayîtan çêbûye.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir