Wezîrê Derve yê Efxenistanê Muttakî hat Tirkiyê ye

Wezîrê Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya EfxenistanêMewlewî Emîr Xan Muttakî ji bo ku têkiliyên cuda pêk bîne hat Tirkiyeyê.

Ekleme: 29.10.2023 09:30:35 / Güncelleme: 29.10.2023 09:30:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Wezareta Karên Derva Abdulqehhar Belhî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku Wezîrê Karên Derva Mewlewî Emîr Xan Muttekî ji bo hinek hevdîtinan bike hat Tirkiyeyê.

Wezîrê Karên Derve yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê de serdana Konsolosxaneya Efxanistanê ya li Stenbolê kir.

Muttakî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji bo xizmetguzarîkirina dîplomat û xebatkarên konsolosxaneyê pêşnîyarên xwe yên baştir kirine û weha got: "Ji ber ku em xizmetkarên hemû gelê Efxenistanê ne, divê em li derveyî welat bi awayekî pir baş xizmeta welatî û mêvanên xwe bikin. bi awayekî şefaf û erka xwe pêk bînin."

Hate hînbûn ku Wezîr Muttaki ku ew ê serdana Balyozxaneya Efxenistanê ya Enqereyê jî bike, dê bi rayedarên hikûmetê, karsazên Efxen ên li Tirkiyeyê, akademîsyen, xêrxwaz û şîrketên cuda re rêze hevdîtinan pêk bîne.

Berdevkê Wezaretê Belhî di nivîseke din de; Wî nivîsî ku Wezîrê Karên Derve Muttaki bi Koordînatorê Taybet ê Efxenistanê yê Neteweyên Yekbûyî Ferîdun Sinirlioglu re hevdîtin pêk anî.

Belhî diyar kir ku di hevdîtina Muttaki-Sinirlioglu de hat axaftin ku divê civaka navneteweyî li ber çavê rastiyên heyî bi Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê re têkiliyeke avaker bike.

Her wiha hat diyarkirin ku di hevdîtinê de Sinirlioglu bal kişand ser girîngiya zêdekirina têkiliyên di navbera Efxenistan û civaka navneteweyî de. (ÎLKHA)