Yapicioglû li Wanê bi nûnerên STKyan, akademîsyen û rîsipîyan re hevdîtinê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû ji bo beşdarî hinek bernameyan bibe hat Wanê. Di dema zîyareta Wanê de Yapicioglû  bi nûnerên STKyan, akademîsyen û rîsipîyan re hevdîtinê kir.

Ekleme: 24.10.2023 15:45:36 / Güncelleme: 24.10.2023 15:45:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglûyê ku ji bo beşdarî Kongreya Asayî ya 4emîn a Wanê bibe hatibû bajar û heyeta pê re, bi nûnerên Sazîyên Civaka Sivîl ên ku li bajar feelîyetan dikin, akademîsyen û rîsipîyan re hat cemhev.

Di civîna ku li otelekî nav bajarê hat kirin de pirsgirêkên Wanê û herêmê ji Yapicioglû re hat gotin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê bersivên pisrgirêkan li cem xwe da nivîsandin û got ku ji bo van pirsgirêkan bên çareserkirin çi ji destê me tê emê bikin.

Civîn ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin. (ÎLKHA)