Li Bangladeşê du tren li hev qelibîn: 17 mirî, ji 100î zêdetir birîndar

Li Bangladeşê trêna bar û trêna rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 17 kes mirin, ji 100î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.10.2023 10:30:39 / Güncelleme: 24.10.2023 10:30:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li bajara Bhairaba Bangladeşê, trêna bar û rêwîyan li hev qelibîn.

Rayedaran, destnîşan kirin ku du vagonên trêna rêwîyan ji rê derketin, di encama qezayê de 17 kesan canê xwe ji dest dan, ji 100î zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Rayedaran, destnîşan kirin ku ew ji ber zêdebûna hejmarê mirîyan endîşeyê dikin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)