Rejîma Siyonîst li Xezzyê 26 mizgeftan bi temamî xera kir

Wezareta Weqfên Xezzeyê diyar kir ku di êrîşên hewayî yên ku ji teref rejîma îşxalker a siyonîst ve hatin kirin de 26 mizgeft bi temamî hatin îmhakirin.

Ekleme: 22.10.2023 11:05:34 / Güncelleme: 22.10.2023 11:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Weqfên li Xezzeyê der barê êrîşên ku ji 7ê cotmehê vir va ji teref rejîma terorîst ve tên kirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di êrîşên rejîma siyonîst ser Xezzeyê de 26 mizgeft bi temamî hatin xerakirin û bi dehan mizgeft jî qismî wêran bûn an jî zirareke mezin dîtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bombebaranê de hinek nuqteyên sivîl ên wekî avahiya Wezareta Weqfan, avahiya Radyoya Quranê ya girêdayî wê û Dêra Ortodoks a Ortodoks jî hatine hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku di êrîşan de 10 xebatkarên wezaretê şehîd û birîndar bûne. (ÎLKHA)