Rejîma siyonîst li Şerîeya Rojava êrişî Fîlîstîniyan kir: 4 şehîd û 5 birîndar

Di êrîşa rejîma siyonîst ser Filistîniyan li Şerîeya Rojava ya îşxalkirî de, 4 Filistînî şehîd û 5 kes jî birîndar bûn. Hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmehê û vir ve şehîd bûne derket 89an.

Ekleme: 22.10.2023 10:20:37 / Güncelleme: 22.10.2023 10:20:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Êrîşên artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst li dijî Filistîniyan li gelek bajarên Şerîeya Rojava dewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Kassam Faruk Ehmedê 19 salî yê Filistînî ku di encama gulebarana leşkerên rejima siyonîst li Er-Rasê de şehîd bû.

Di êrîşa li dijî Mizgefta El-Ensar a li Taxa Ed-Demc a Kampa Penaberan a Cenînê de kesekî din şehîd bû.

Adnan Cîhad Benî Avde yê ku di dema serdegirtina bajarê Tûbasê de bi guleya ji serê xwe birîndar bû hat qetilkirin.

Malik Cemîl Şerkawî di êrîşa li ser Kampa Penaberan a li nêzî Nablusê de şehîd bû.

Rejîma siyonîst bi êrişa ser bajarê Tubasê hewl da ku Filistîniyan desteser bike. Li ser vê yekê bi Filistîniyan re pevçûn derket.

Rejîma siyonîst 5 Filistînî birîndar kirin. Birîndar ji Nexweşxaneya Dewletê ya Tûbasê ya Tirkiyeyê re hatin rakirin.

Piştî operasyona ku Tevgera HAMASê roja şemiyê 7ê cotmehê dest pê kiribû, li bajar û bajarokên Şerîeya Rojava, Quds, El-Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Qelqeliyayê şer û pevçûn didomin.

Di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 89 Filistînî şehîd bûne û nêzî 1000 kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)